Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Li gelek gelek bajarên Rojava û Ewropa Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat pîroz kirin

 

Doh 19’ê Tîrmehê salvegera 8’an Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû.

Di demekî de ku li Rojhilata navin, gelên heremê mecburê 2 rêyan hatibûn kirin, Şoreşa Rojava îsbat kir ku “rêyeke 3 min jî mumkune”

Di sala 8’an a şoreşê de doh li gelek devera pîrozbahî pêk hatin.

19ê Tîrmehê salvegera şoreşa jinê a Rojava bû.

Ji bo pîrozkirina salvegera şoreşa jinê doh li gelek bajarên Rojava xwepêşandan pêk hatin.

Li Şehbayê meş û şahiyek hat lidarxistin.

Li ser navê Rêxistina Kongreya Star û Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demikratîk PYD’ê axaftin hatin kirin,

Piştî axaftinan kome stranan û koma folklorî hûnerên xwe pêşkeş kirin.

Li Helebê jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Eyşe Hiso û li ser navê Kongreya Star Nehle Mistefa axaftin kirin.

Navendeke din a pîrozbahiyê Dêrik bû.

Şahî bi slogana Bi rihê 19’ê Tîrmehê, em ê Sûriyeke demokrat ava bikin” pêk hat.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Perwîn Yûsif axivi û banga xwediderketina şoreşa Rojavayê li hemû gele kurd kir.

Şahî bi gotina stranan bi dawî bû.

Komek aktivîstên li Birîtanya Londonê jî tevî kurd û dostên xwe li meydana Trafalgar’ê şoreşa rojava pîroz kirin

Ev der jî bajarê Elmanya Sttutgart’ê.

Bi meşekê girseyî salvegera Şoreşa Rojava ji aliyê gelek kurdistaniyan ve hat pîroz kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê jî Kurd û dostên xwe 8. salvegera Şoreşa Rojava bi mîtîngekî pêşwazi kirin.

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv