Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li gelek welatên cîhanê Jin mohra xwe li calakiyên li dijî tundiya ser jinan dan

 

Duh 25’ê Mijdarê, li cîhanê li hember şîdeta li dijî jinê roja têkoşîna navnetewî bû.

Li gelek welatan jin bêdeng neman û bi minasebeta vê rojê daketin kolanan.

25’Ê MIJDARÊ LI DIJÎ ŞÎDETA LI SER JINÊ ROJA TÊKOŞÎNÊ
ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ YÊN JINÊ MORA XWE LI VÊ ROJÊ XIST

Jinan bi çalakiyên xwe yên li her aliyê cîhanê duh mora xwe li roja têkoşîna şîdeta li hember xwe xistin.

Li paytexta Almanya Berlînê ji hezarî zêdetir jin çalakiyekê li dar xist.

Çalakî li ber Wezareta Karên Derve dest pê kir û heta Şanoya Volksbuhneyê dewam kir.

Jinên çalakger di vê meşê de bi afîş û sloganan kuştin jî tê de, hemû cûre şîdeta li hember xwe protesto kirin.

La Fransayê, Parîs paytexta çalakiyan jinên têkoşêr û dostên wan bû.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û afîşên ku li ser wan navên jinên hatibûn kuştin nivîsîbûn hatin bilindkirin.

Li gorî daneyên dawî, li vî welatî 125 hezar jin rastî şidetê hatine û li derdora 150 ji wan hatine kuştin.

Xwepêşandaneke din a di vê rojê de li bajarê Tirkiye Îzmîrê hat lidarxistin.

Çalakger, li Tirkiyeyê zêdebûna şîdeta li hember jinê protesto kirin û bang li hukumetê kirin di vê mijarê de tedbîrên lezgîn werbigire.

Hêjayî gotinê ye Tirkiye di mijara şîdeta li dijî jinê yek ji welatê herî xerab ê cîhanê ye.

Li vî welatî, ji sê jinan yek her roj rastî şîdetê tê û her sal bi sedan jin tên kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv