ZEXTÊN LI ZINDANÊN DEWLETA TIRK
LI GIRTÎGEHA KIRIKKALEYÊ CIWANEKÎ KURD HAT KUŞTIN
Ciwanê Kurd Serkan Tûmay li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkaleyê dihat ragirtin.
Berî bi mehekê Qerdiyanan êrîşê Tûmay kirin, destê wî û serê wî şikandin.
Ciwanê kurd ji bo sewqî girtîgeheke din bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê dabû.
Hê bersiva serlêdana wî nehatî, berî du rojan ji malbata wî re tê gotin ku kurê we miriye.
Birayê wî Gokhan Tûmay dibêje; birayê min bi îşkencê hatiye kuştin.
Bav Kazim Tûmay jî got: “Kurê min li girtîgehê kuştin. Yên kurêmin kuştine divê hesab jê were pirsin.