Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CivakîJinNûçeyên Dawî

Li girtîgehên Tirkiyê girtî kelepçe tên dermankirin

Li girtiyên li Girtîgeha Girtî ya ya Jinê ya Bakirkoyê yên ji ber neheretiyên çav û diranan sewqî nexweşxaneyê tên kirin,   muayeneya bi kelepçe li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên ku nehatin tedawîkirin û şandin girtîgehê serî li ÎHD’ê dan.
Hat hînbûn ku li Girtîgeha Bakirkoyê muayeneya bi kelepçe li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên nexweş muayeneya bi kelepçe qebûl nakin. Loma pirsgirêkên wan ên tenduristiyê her ku diçe zêde dibin.
Îdareya girtîgehê daxwaz qebûl nekir
Rêveberiya girtîgehê diyar kir ku ew muayeneya bê kelepçe  bi hinceta “ewlehiyê” qebûl nake. Girtiyan daxwaz kirin ku bijîşkên diran û çavan werin girtîgehê. Lê ev daxwaz ji aliyê îdareya girtîgehê ve nehat qebûlkirin.
Girtiyan banga hestiyariyê kir
Girtiyan derbarê şerdên xwe yên tedawiyê de daxwazname ji Wezareta Karê Hundur, Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê re şandin. Hîn bersivek ji bo daxwaznameyê nehatiye dayin. Her wiha girtiyan serî li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê da û banga hestiyariyê kirin. Girtiyan diyar kirin ku gelek girtiyên dest bi greva birçîbûnê kiribûn niha pirsgirêka çavan bi wan re çê bûye û ji bo ev yek pêş de neçe divê demildest bên tedawîkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv