Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Greenland û Antarktîkayê 28 Tirilyon ton qeşa heliya

 

Kovara lêkolînên qeşa û bandorên wê yên li ser avhewayê, vedîtinên reşbîn çap kirin..

Li gorî lêkolînêm qeşaya Greenlenda û Antarktîkayê, heta 2017’an bi qasî 28 hezar milyar ton qeşa heliya.

Cara pêşîn e ji bo van lêkolînan agahî ji satalaytan hatin berhev kirin.

Navenda lêkolînên qeşa û bandora wê ya li ser avhewayê, li ser malpera xwe agahiyên balkêş parve kirin..

23 salan zanistên zanîngehên Ingilîstanê detayên satelaytê berhev û analîz kirin..

Li gor wê yekê, heta 2017’an ji sedê 65’ê qeşaya Grînlenda û Antarktîkayê heliyan..

Ev windahî bi rêjeya 28 trilyon ton ê cemedê tê pîvandin..

Qeşaya heliyayî bi mezinbûna xwe ji tevahiya Brîtanyayê mezintir e.

Berya niha, saziyên navdewletî yên jibo diyarkirina tedbîrên global a parastina avhewayê xetên sor danîbun pêşya xwe..

Rapora Kovarê nîşan dide ku ev xet ji gelek aliyan ve hat derbas kirin..

Bi helandina qeşayê û rabûna ava deryayê, bi taybetî welatên li ber deryayan dikevin xeteriyê..

Xeteriya herî mezin jî ew e ku ava deryayê tevlî yê çeman bibe û zirarê bide ava vexwarinê.

Herwiha parzemînên qeşaya wan kêm dibe, bandorek neyînî li avhewayê dikin..

Rengê spî yê qeşayê li hember tîrêjên rojê wekî mertaleke parastinê kar dikin.

Bi kêmbûna qeşayê, tîrêj êdî ji aliyê deryayê tên daqurtandin û pileya germahiyê radikin..

Bi vî awayî, ahengiya xwezayê ji hev dikeve..

Gelo wê di dawiya vê proseyê de çi bibe?

Ji niha ve ti kes nikare bersiva vê pirsê bide..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv