Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Heftanînê 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

 

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê: LI HEFTANÎNÊ 10 ESKERÊN TIRK HATIN CEZAKIRIN

Gerîlayan li Heftenînê ji bo tola şehîd Goran, Viyan û Xabûr hilînin çalakî kirin.

Di çalakiyê de, gerîlayan derb li çeperên dijmin dan.

2 çeperên eskerên dagirker rûxandin 10 esker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn..

Têkildarî şerê li herêma Heftanînê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da..

Navendê eşkere kir ku gerîllayên wan di navbera 8 û 9’ê Tîrmehê de rêze çalakî li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker pêk anîne û li ser encamê ev agahî parve kirin:

8’ê Tîrmehê li herêma Şeşdara, gerîllayan li dijî eskerên li Girê Şehîd Cûdî bicih bibûn çalakiya sekvaniyê pêk anîn.

Di encamê de eskerek hat kuştin.

9’ê Tîrmehê li heman herêmê çalakiyeke bi bandor hat li darxistin..

Gerîlla 2 çeperên eskerên dagirker rûxandin.

Di çalakiyê de 8 esker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn..

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku çalakî ji bo bîranîna gerîlla Goran, Viyan û Xabûr ên 3 Tîrmehê li Xantûrê şehî bibûn, pêk hatiye.

Dîsa 9’ê Gulanê li Girê Tunelê yê girêdayî herêma Şeşdara, alakiyeke din sekvaniyê pêk hat û li vir eskereke artêşa Tirk hat kuştin..

Navenda HPG’ê ragihand ku heman rojê artêşa dagirker bi top û obusan êrişî derdora gundê Pîrbula kiriye û di encamê de zirar li bax û bexçeyên gundiyan bûye..

Têkildarî şerê li herêma Çelê jî Navenda Ragihandinê ev agahî parve kirin:

9″ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şorşergerî ya Şehîd Bager Ronya de, gerîllaya li dijî eskerên li Girê Bager bicih bibûn çalakî lidar xistin.

Gerîllayan bi bandor li çeper û baregehên artêşa dagirker dan lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran de agahî neghatin bidestxistin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv