Li Xanturê şerek giran diqewime.
Bi taybet li Heftenînê ji 16’ê mehê hezîranê ve li dijî dagirkeriyê cengeke mezin heye.
Li dijî êrişên qirkirinê yên li hemberî tevgera azadiyê, Kurdê Azad berxwedaneke mezin tê dayîn.
Gerilayan li dijî dagirkeran çalakî kirin.
Bi kêmanî 16 esker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê cih bi cih encamên çalakiyên gerîlayan eşkere kirin.
PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA HEFTENÎNÊ
HPG: LI XANTÛR, ŞEŞDARA Û ŞEHÎD CÛDÎ 16 ESKER HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê daxuyaniyek da û encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan li herêma Heftenînê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêmê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê rabûn.
10’ê Tîrmehê gerîlayên YJA-Starê dagirkerên li ser Girê Şehîd Cûdî yê li qada Şeşdara kirin hedef.
Di rêzeçalakiyên sekvanî de 2 esker hatin kuştin.
11’ê Tîrmehê dîsa bi heman rêbazî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan ê qada Xantûrê bûn hedefa gerîlayan.
Di çalakiyê de eskerek hat kuştin.
12’ê Tîrmehê jî çalakiyeke berfireh hat lidarxistin.
Gerîlayan ji 3 milan ve dagirkerên li Dola Beraza ya Xantûrê kirin hedef.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama çalakiyê de 13 esker htin kuştin û şerê li vê qadê didome.
PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD BAGER Û ŞEHÎD RONYA
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ DAGIRKERÊN LI SER GIRÊ LÊLKANÊ WEŞAND
Li aliyê din Gerîla Tv jî dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA-Starê ya li herêma Xakurkê weşand.
Gerîlayan 22’yê Gulanê dagirkerên li ser Girê Lêlkanê kiribûn hedef.
Di encama vê çalakiyê de bi qasî ku hatibû zelalkirin, 4 eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatibûn kuştin.