Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Heftenînê 3 Gerîla şehîd bûn

 

ÇEKDAR, MERWAN Û TOLHILDAN
LI HEFTANÎNÊ 3 GERÎLAYÊN HPG’Ê ŞEHÎD BÛN

Di 25’ê Nîsanê de li Heftanînê 3 gerîlayên HPG’ê di şerekî li dijî Artêşa Trik a dagirker de bi lehengî li berxwedan û şehîd bûn.

HPG’ê nasnameyên şehîdan eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û soz da ku ewê keda dîrokî ya şehîdên xwe bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 27’ê Nîsanê de diyar kiribû ku li herêma Heftanînê 3 gerîlayên wan şehîd bûne.

Gerîlayan di 25’ê Nîsanê de li ser Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin û di encamê de 9 leşker hatin kuştin.

Her wiha gelek alavên leşkerî jî hatin desteserkirin.

Nasnameyên şehîdan jî hatin eşkerekirin.

Fatîh Demîr bi nasnav Çekdar Amed li Amedê ji dayik bûye, 25’ê Nîsana 2020’an li Heftanînê şehîd bû.

NAVÛPAŞNAV: FATÎH DEMÎR
NASNAV: ÇEKDAR AMED
CIHÊ JIDAYIKBÛNÊ: AMED
CIH Û DÎROKA ŞEHADETÊ: 25’Ê NÎSAN 2020 – HEFTANÎN

Ahmet Sûnar bi nasnav Merwan Amed li Amedê ji dayik bûye, 25’ê Nîsana 2020’an li Heftanînê şehîd bû.

NAV Û PAŞNAV: AHMET SÛNAR
NASNAV: MERWAN AMED
CIHÊ JIDAYIKBÛNÊ: AMED
CIH Û DÎROKA ŞEHADETÊ: 25’Ê NÎSAN 2020 – HEFTANÎN

Mesût Aydin bi nasnav Tolhildan Roza Botan li Şirnexê ji dayik bûye, 25’ê Nîsana 2020’an li Heftanînê şehîd bû.

MERWAN: MESÛT AYDIN
NASNAV: TOLHILDAN ROZA BOTAN
CIHÊ JIDAYIKBÛNÊ: ŞIRNEX
CIH Û DÎROKA ŞEHADETÊ: 25’Ê NÎSAN 2020 – HEFTANÎN

HPG’ê li ser kesayet û têkoşîna hersê şehîdan jî wiha got;

Hevrê Merwan sala 2014’an tevlî refên berxwedanê bû. Li refên gerîla de bi ked, wêrekî, berxwedêriya xwe dihate naskirin û heta roja şehîd bû her wezîfe û berpirsyariya xwe bi serketî û baweriyeke mezin bi cih anî.

Hevrêyê me Çekdar sala 2015’an tevlî refên gerîla bû. Bi perwerdeya xwe ya bingehîn di demeke kurt de guhertineke mezin di kesayetiya xwe de çêkir û bû milîtanekî fedayî yê PKK’ê. Ji bo gerîlatiyeke profesyonel û şareza ked da û di rêbaz û taktîka gerîla de mohra xwe danî bin serketinên girîng.

Hevrê Tolhildan sala 2013’an dema ku xwendekarekî zanîngehê bû tevlî nava refên gerîla bû. Wî zanîbû ku tola herî mezin a ji dijmin bê hilanîn bicihanîna felsefeya Rêber Apo ye û bi vê têgihiştinê hewl da xwe di felsefeya Rêbertî de kûr bike. Bi vî rengî bû xwedî kesayetekî fedayî û fermandarekî ciwan.

HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û soz da ku ewê keda dîrokî ya şehîdên xwe bi ser bixînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv