KOMKUJIYA DEWLETA TIRK A LI TIL RIFETÊ
LI HELEBÊ BI HEZARAN KES LI DIJÎ DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ MEŞIYAN
Li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifetê li Helebê bi hezaran kes daket qadan.
Meş bi pêşengiya meclîsa giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat.
Şêniyên Helebê bi vê meşê bersiv dan dewleta Tirk û komên wê yên çete.
XELKÊ AMÛDÊ LI QADAN BÛ
LI DIJÎ GEFÊN DAGIRKERIYÊ XELKÊ AMÛDÊ PEYAMA BERXWEDANÊ DA
Meşeke din a girsehî jî li Amûdê pêk hat.
Li dijî gefên şefê rejîma faşîst a tirk Erdogan, xelkê Amûdê çalakiyeke girseyî lidar xist.
Şêniyên Herêmê bi peyamên xwe destnîşan kirin ku wê li dijî êrişan li ber xwe bidin.
MECLÎSA SÛRIYA DEMOKRATÎK MSD:
DIVÊ HESABÊ KOMKUJIYA TIL RIFET Û TIL EL-ŞAYIR JI DEWLETA TIRK WERE PIRSÎN
Rêveberiya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî têkildarî komkujiya dewleta Tirk a Til Rifetê û qetilkirina du jinên şoreşger Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidê daxuyaniyek da.
MSD’ê da zanîn ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe careke din nîşan da di hovîtiya xwe de ti sînoran nas nake û got;
Jinan bi têkoşîna xwe ji cîhanê re îsbat kir ku ew dikarin bi azadî û rûmet bijîn.
Ji ber vê, jin di hedefa zihniyeta qirêj de ne.
HIŞYARIYA RÊVEBERIYA XWESER A LI HEMBERÎ REJÎMA SÛRÎ
“EGER ÊRIŞ Û PROVOKASYON NESEKININ, EM Ê JI QAMIŞLO Û HESEKÊ HÊZÊN REJÎMÊ DERXIN”
Li aliyê din Rejîma Şamê piştî serdana şandeya MÎT’ê li herêmên Rêveberiya Xweser dest bi provokasyonan kiriye.
Rejîma Şamê li Şehbayê ambargoyê pêk tîne, li Qamişlo û Hesekê jî bi riya hêzên Dîfaa El Wetanî provokasyon û şer derdixe.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, hikumeta Şamê bi zimanekî tûnd hişyar kir.
Rêveberiyê got; eger rejîm êrişên xwe bidomîne, wê hemû hêzên rejîmê yên li Qamişlo û Hesekê derxe.