Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Li hember tecawizkariya Dewleta Tirk li Kercusê nerazîbuna jinan zêde dibe

 

Li hemberî vê bûyera ku li Kercewsa Batmanê bi destê dewleta Tirk pêk hat zêde dibe.

Aktivîstên TJA û meclîsa jinan a HDP’ê li Batmanê daxuyaniyek dan.

Jinan gotin: Em bêdeng nabin û natirsin. Bizanin ku emê dest ji deşîfrekirina sûcê we bernedin

Li Amed û Wanê jî daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn

JINÊN BATMANÎ: EM BÊ DENG NABIN Û NATIRSIN

5ê Kanûnê ajansa Jinnewsê bi nûçeyekê ragihand ku li navçeya Batman Kercewsê gundê Hîsarê 27 kesên di nav de çawişê pispor, polîs, cerdevan û karmend jî hebûn, tecawizî zarokeke 15 salî û 2 jinên din kirine.

Tecawizkariya hêzên girêdayî dewleta tirk bû sedema nerazîbûnên tund.

Li Batmanê Aktivîstên tevgera jina azad û meclîsa jinan a HDPê daxuyaniyek dan.

Li ser navê Jinan hevseroka rêxistina HDPê ya Batmanê Gurbet Dogan daxuyanî xwend.

Gurbet Dogan dazanîn ku bûyera Îpek Er û li Kercewsê polîtîkayeke dewleta tirk e û got,

Serbest berdana çawişê Pispor ku tecawizî Îpek Er kir û bû sebeba mirina wê rê li ber bûyera Kercewsê vekir.

Hêzên dewletê bi feraseta “ger ez bikim jî tiştek bi min nayê ” Piştî her bûyera tecawiz û tacîzê jî daxuyaniyên rayedarên dewletê bandor dike.

Berdevka meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran jî axivî û diyar kir, ji ber polîtîkayên AKPê her sibe ew çavên xwe bi cînayetên jinan vedikin.

Ayşe Acar Başaran serbestberdana çawişê pispor ku bu sedama mirina Îpek her bibîrxist û got,

Dewleta tirk li şuna tecawizkaran bigre û jinên ku ji bo kujerên jinan derxînin holê têdikoşin dikin hedef.

Em li vir bang dikin, emê dest ji dozên ku destdirêjiyê û bi taybetî jî bûyerên destdirêjiyê ku hêzên dewletê jî di nav de bernedin.

Em bêdeng nabin û natirsin. Bizanin ku emê dest ji deşîfrekirina sûcê we bernedin

LI AMED Û WANÊ JÎ JIN DAXUYANÎ DAN

Li Amedê jî aktivîstên TJA komeleya Rosa û Meclîsa Jinan a HDPê bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Jinan bi pankarta em şîdeta mêr-dewletê teşîr dikin vekirin.

Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku hêzên dewletê bi destê hêzên xwe dixwaze bi nirxên jin û civakê dileyîze û bi vê dixwaze jinê bixe û bê nasname bike.

Li Wanê jî aktivîstên TJAyê û endam û rêvebirên HDPê xwestin li avahiya HDPê ya bajêr daxuyanî bidin.

Lê hêzên dewleta tirk a dagirker êriş kirin.

Tevî hemû astengiyên polîsan jî daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi van rêbazên şerê taybet kes nikare serî li ber me bide tewandin.

Li Stenbol, Aydin û Îzmîrê jî jin, wê dakevin qadan û wê hêrsa xwe ya li dijî tecawizkariya dewleta tirk a dagirker bînin ziman.

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv