LI HERÊMA BEHDÎNANÊ ZEXTÊN PDK’Ê
BI DEHAN ROJNAMEVAN, MAMOSTE Û ENDAMÊN TEVGERA AZADÎ DI BIN ÇAVAN DE NE
Li herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê di demên dawî de bi dehan rojnamevan, mamoste û endamên tevgera azadî hatin binçavkirin.
Parlementerên herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşanî van kiryaran dan.
Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Kurdistanê jî ragihand ku ewê di demek kurt de serdana herêma Behdînan bikin.
Li başûrê Kurdistanê di çend mehên dawî de bi dehan çalakger, rojnamevan, helbestvan, nivîskar, mamoste, aktivîstên civaka sivîl û endamên Tevgera Azadî hatin binçavkirin û girtin.
Ev yek jî bi taybetî li parêzgehên Hewlêr û Dihokê pêk hatin.
Parlamenterê YNK’ê Luqman Werdî diyar kir ku ev pêkanîn bandorek neyênî li ser herêmê dike.
Parlamenterê Nifşê Nû Sîpan Amêdî jî got dengên derdikevin li dijî binpêkirin û bê edaletiyê ye.
Parlamenterê Serbixwe Mem Burhan Qanih jî anî ziman ku divê kesên binçavkirî werin berdan.
Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Kurdistanê Romeyo Hekarî jî da zanîn ku ewê di demek kurt de serdana herêma Behdînan bikin.
Piştre jî ewê raporek li ser tevahî girtiyan amade bikin û raporê peşkêşî serokatiya parlamentoyê bikin.