LI HERÊMA BERWARÎ LIV Û TEVGERA PDK’Ê
BI ENDAMÊN ÎSTIXBARATÊ RE CIVÎN TÊN LIDAR XISTIN
PDK a ku êrişên dewleta dagirker a Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê qebûl û piştgirî dike, li herêma Berwarî di nav liv û tevgerek nû de ye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin; fermandarekî hêzên PDK’ê li qadên Batûfa, Seyda, Bêqulkê, Girê Biyê û Cidîdkê yên herêma Berwariyê civîna li dardixe.
Fermandarê civîna lidardixe, ji hêzên PDK’ê xwest ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê tedbîran bigirin û amadekariyan bikin.
Şêniyên Berwariyê diyar kirin ku li herêmê gerîla nîne, lewma civînên tên kirin amadekariya ji bo provokasyonê ne.
Li Başûrê Kurdistanê civînên bi vî rengî ne cara yekemîn e ku tên lidarxistin.
Li gorî agahiyan; di 15’ê Cotmehê de berpirsyarê hêzên Duhokê yê PDK’ê Şêx Elo, Serbest Lezgîn û berpirsyarê hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî, ji îstîxbarata leşkerî Brûsk û komek ji îstîxbarata Tirk li qada Kanîmasî civînek pêk anîn.
Balkêş e, piştî ku endamê asayîşa Kanîmasî Gazî Salih Alîhan ji aliyê kesên nenas ve di 8’ê Cotmehê de hate kuştin û şûn ve civînê bi vî rengî tên lidarxistin.