LI HEFTENÎNÊ CENGA RÛMETÊ
LI PÎRBiLA BI KÊMANÎ 20 ESKER HATIN KUŞTIN
Îro li qada Pîrbila ya Heftenînê cengeke giran hebû.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî ragihandin, di vî şerî de bi qasî 20 kuştiyên dagirkeriya Tirk hene.
Şeveqê gerîlayên HPG û YJA-Starê li qada Pîrbila dor li yekîneyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker girtin.
Gerîlayan derbeke giran li artêşa dagirker dan û hat ragihandin, ku bi kêmanî 13 esker hatine kuştin.
Ev agahî ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatin ragihandin.
Heman çavkaniyan agahî dan, ku gerîlayan li qadê dor li gelek eskeran girtine.
Tê payîn Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî vî şerî daxuyaniyekê bide.