PDK LI HERÊMÊ HÊZAN BI CÎH DIKE
LI HERÊMA REWANDUZ Û METÎNA LIV Û TEVGERA PDK’Ê ZÊDE DIBE
PDK’ê hêzeke xwe ya çekdar li herêmeke navbera navçeya Ranya û Rewanduzê bi cih kir û baregehên leşkerî ava dike.
Hate ragihandin ku hêzên çekdar ên PDK’ê li ser Girê Simore û Girê Tuşreke yên li bakur rojhilatê Rewanduzê dest bi çêkirina baregehên leşkerî kiriye.
Ev herêm nêzî qadên Zozanên Sêwek, Zîn, Bêrêş û Karoxê ye ku weke qada gerîla tê naskirin.
Tê gotin ku bi vî rengî hewl tê dayin dor li van herêmên gerîla girtin.
Her wih roja 30-31’ê Cotmehê jî PDK’ê hêzên Zêrevanî û çekdarên xwe yên bi navê ‘Roj’ li gel çekên giran derbasî qadên Bêxme, Henare û Xelan ên nêzî Geliyê Elî Begê kiribûn.
Tê gotin ku PDK amadekariyan dike hêzek zêdetir li çiyayê Korek û çiyayê Gors bicih bike.
PDK’ê doh jî hêzek bi çekên giran derbasî gundê Gerewan ê li heman herêmê kiribû.
Bi vê veguhastinê re PDK di heman demê de sînorên li gorî lihevkirina PDK û YNK’ê hatibûn diyar kirin derbas kiriye û li deverên dikevin sînorê YNK’ê baregehan ava dike.
Ji aliyêdin ve li herêma Metîna jî PDK dest liv û tevgerê kiriye.
Hat zanîn ku PDK li bejahiya gundê Tirwanîş di nabera Metîna û Serzere hêzên xwe bi cîh dike.
Li gor agahiyên hatine bidest xistin li vêderê hêzên PDK’ê li ser riyên gundên di nabera Metîna û Zapê de noqteyên kontrolê ava dikin.