Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li herêma Saratovê ya Rûsyayê jinên Kurd Komploya li ser Rêber Apo şermezar kirin

 

Jinên Kurd ên li Rûsyayê di salvegera 22’an de komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û diyar kirin ku jin wê pêşengiya xwe ya ji bo têkoşîna li dijî dewleta Tirk dewam bikin.

Li herêma Saratovê ya Rûsyayê, jinên Kurd li gundê Tîmonîno yê navçey Dergaçiyê li hev kom bûn û bi mebesta salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, hêzên komploger şermezar kirin.

Jinan xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û parêzer û malbata wî karibin hevdîtinê pê re bikin.

Bi navê jinên Tîmonîno endamên meclîsa Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) Tewret Yûsûbova û Tahmîne Yûsûbova axivîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kiryarên dewleta Tirk dewama komploya navneteweyî ye û destnîşan kirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi nêrînên Rêberê Gelê Kured Abdullah Ocalan dibin.

Jinan êrişkariya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li çar aliyên Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv