Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Hewlêrê zarokek bi mêrê 42 salî hate zewicandin

 

Li Hewlêrê zaroka 13 salî bi zilamê 42 salî re hat zewicandin.

Kesê pêre hate zewicandin Mehdî Nasir Resûl ê 42 salî ye.

Ji baroka Herîr a girêdayî Hewlêrê ye û ew kes pêşmerge ye.

Bûyer bajaroka Herîr a girêdayî Hewlêrê çêbû, li Silêmaniyê rastî nerazîbûnê hat.

BAVEKÎ DI BERDÊLA DEYNÊ XWE DE ZAROKA XWE FIROT

Li bajaroka Herîr a Hewlêrê Mêrê bi navê Mehdî Nasir Resûl bi zaroka keç re zewicî.

Mehdî Nasir 3 caran zewicî ye, 42 salî ye û pêşmerge ye.

Bûyer ji ali aliyê aktivîsta mafê jinê Bihar Munzir ve hate ragihandin.

Bihar Munzir van agahiyan dide.

Zaroka bi mêrê 42 salî re hat zewicandin 13-salî ye.

Bûyera li Hewlêrê çêbû li Silêmaniyê hat şermezar kirin.

Çalakvan, aktivîst û rêxistinên jinan li parka Nalî li hev kom bûn.

Aktivîsta mafê jinan Bihar Munzir a bûyer derxist holê li ser navê çalakvanan daxuyanî da.

Bihar Munzir diyar kir ku ev yek li dijî zagonên li Başûrê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de tê gotin li ser bûyerê hûr û kûr lêkolîn hatiye kirin.

Bihar Munzir diyar kir ku hewil tê dayîn li ser bûyerên wiha were girtin.

Hate zanîn ku beriya çend rojan jî hewil hatiye dayîn zarokeke keç a 14 salî bi mêrê 51 salî re were zewicandin.

Lê di encama zext û nerazîbûna rêxistin û torên civakê ev bûyer rawestiya ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv