Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Hindistanê mamosteyeke taekwandoyê bombeyeke hawar û şandina navnîşanê çêkir 14.09.2020

 

LI HINDISTANÊ LI DIJÎ ZILM Û TACÎZA LI HEMBERÎ JINAN ÇEKEKE NÛ
MAMOSTEYEKE TAEKWANDOYÊ BOMBEYEKE HAWAR Û ŞANDINA NAVNÎŞANÊ ÇÊKIR

Wek Tirkiyê, li welatê Hindistanê jî roj nîne jin neyê kuştin.

An jî, rastî şîdet û zextê neyê.

Pergala dewletê ya kujeran diparêze û paşverutiya civakê jî dibe sedem zilma li jinên qat bi qat zêde bibe.

Yek ji parêzvanên mafê jinan, mamosteya Tekvandoyê hunera xweparastinê fêrî jinan dike.

Heman kes, sîstemek pêşxistiye, ger jinek rastî şîdet, an go tecawizê were, wê xwe bigihîne her kesî.

Li Hindistanê mamosteyeke Tekwandoyê bi salane ji bo pêşîgirtina li şîdeta li himberî jinan serê xwe diêşîne.

Ev mamosteya ku di tekwandoyê de 7 kemerên wê hene, ango di asta herî bilind de profesyonel e, dikare hertim xwe ji êrişan biparêze.

Lê belê ew dixwaze destekê bide jinên ku nikarin xwe biparêzin û piştî xebateke dirêj, wê bombeyeke pir bi tesîr îcad kir.

Ew hem jinan fêrî hunera xwe parastinê dike, dersê tekwandoyê dide wan, hem jî çerxeke teknîk a parastinê bi pêş xistiye.

Wê ji bo vê yekê bombeyeke taybet çêkiriye.

Ev bombe ne çekeke kujer e, lê belê dikare bibe navgîneke pêşîgirtina li şîdeta li himberî jinê.

Mamoste Raşna Rajendra Çoraziya bi navgîna teknolojiyeke mekanîk ev bombeya destan çêkir.

Ya rastî ev ji bombeyekê bêhtir, zingileke hawarê ye.

Bi çerxeke taybet ew di dema êrişan de dengekî hawarê ku dertîne û deng digihîje heta bi kmyan dûr.

Wekî din ew sînyalê dişîne navendên parastina jinan û yekîneyên hêzên ewlekariyê yên ji bo parastina jinan ji şîdetê hatine sazkirin.

Di rewşeke acîl de, dema pêl bişkoke wê tê kirin, ciyê ku mexdûr lê ye, di cih de ji navenda herî nêz re tê ragihandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv