Li Başûrê Kurdistan û Iraqê êrişên çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin..
Li bajarokê Riyaz a ser bi Kerkûkê ve di navbera DAIŞ û artêşa Iraqê de şer derket.
Di şer de fermandarekî artêşa Iraqê hat kuştin.
Di vê navberê de rayedarên Iraqê ragihandin ku wan li navçeya Telafer a Şengalê goreke komî dîtine.
LI BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQÊ LIV Û TEGERA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê
LI BAJAROKÊ RIYAZ Ê KERKÛKÊ FERMANDAREKÎ ARTÊŞA IRAQÊ HAT KUŞTIN
Saziya Ragihandina Ewlekarî ya Iraqê li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.
Saziya ragihand ku doh şev dinavbera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer çêbûye.
Di şerê li bajarokê Riyaz a ser bi Kerkûk de fermandarekî lîwaya beşa pêncem a polîsên federal hatiye kuştin.
Her wiha endamek Heşdî Eşarî û welatiyek sivîl jî birîndar bûn.
Di vê navberê de rayedarên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan li navçeya Telafer a Şengalê goreke komî dîtine.
GORÊN KOMÎ YÊN LI TELAFERÊ TÊN VEKIRIN
ÊZIDIYÊN JI ALIYÊ DAIŞÊ VE HATIN QETILKIRIN DI GORÊN KOMÎ DE HATINE VEŞARTIN
Rayedaran dan zanîn ku wan di çala ku bi navê Alu Antar tê naskirin de hestiyên gelek mirovan dîtine..
Piştî lêkolînan wê hestiyên qurbaniyan radestî malbatan bên kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê bi deh hezaran jin, zarok û pîr revandin.
Gelek ji wan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin û di gorên komî de hatibûn veşartin.