Zarokên Agir li Îzmîr û Bûrsayê li dijî hevkarên faşîstên AKP-MHP’ê Çalakî pêk anîn.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir derbarê çalakiyên xwe de ev agahî dan;
5’ê Hezîranê yekineyên Însiyatîfa Zarokên Agir, li navçeya Menemen a Îzmîrê, li dijî kargeheke hevkarên AKP/MHP’ê çalaki pêk anîn.
Di çalakiyê de kargeha tesîsa veguherîna alavan bi temamî şewitî.
Heman rojê li Înegola Bûrsayê jî yekineyên Înîsîyatîfa Zarokên Agir li dijî kargeheke hevkarên AKP/MHP’ê çalaki lidar xistin.
Di çalakiyê de beşek ji kargehê bû xwelî.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir, diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên ser gelê kurd, li her derê agirê tolhildanê geş bikin û bibin kabûsa faşîstan.