Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Japonya hircha pispora nunchaku

 

JAPAN-BEXÇÊ SEWALAN
HIRÇA BI NAVÊ TSUBASA PISPORA NUNCHAKU YE

Li Bexçê sewalan ên herêma Japonê, Sîndaî hirçekî 4 salî bala gelek mirovan dikşîne ser xwe..

Sedem jî ew e ku ev hirç mîna lîstikvanekî Kung Fu, alava Nînşakoyê bikar tîne.

Gelek kes ji me di zarokatî yan jî ciwantiya xwe de, cara pêşî bi temaşekirina fîlmên Brus-Lî alava binavê Nînşakoyê nas kir.

Ev alava ku ji 2 darên kurt û zîncîrekê pêk tê, di hunera Kong Fu de tê bikar anîn..

Û bi demê re ev rêbaz li gelek welatan bi taybet jî li nava ciwanan belav bû..

Piraniya ciwanên ku fêrî vê hunerê dibin, ji bo xweparastinê bikar tînin..

Heta gelek zarok jî bi hunera Nînşaku beşdarî pêşbaziyên cîhanê dibin..

Li herêma Sîndaî ya girêdayî Japonyayê, gelek mirovên diçin serdana bexçê sewalan bi dîmeneke balkêş matmayî dimînin.

Hirçekî 4 salî li vê derê ne bala xwe dide xwarinê ne jî pêlîstokên li gorî hirçan hatine amadekirin, eleqeya wî eynî weke sporvanekî Kungfûyê li ser Nînşakuyê ye.

Hirçê binavê Tisubasa mîna lîstikvanekî Kung Fu, radihêje nînşakuyê û bala her kesî dikşîne ser xwe..

Eşkere ye ku haya vî hirçê reş ji rêbaza Nînşaku tine ye..

Lê her çi dibe bila biba, dema ku Tisubasa bi Nînşaku dilîze gelek kêfxweş dibe..

Û ji bo perwerdekirina wî tîmek ji 3 kesan hatiye diyarkirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv