Ev demeke Yunanistan bi şewatên li kampên penaberan di rojevê de ye.
Doh li kampeke din a li welêt şewat derket.
Lê beyî ku zerareke mezin çêbe hat vemirandin.
Li girava Samos ya Yûnanistanê agir bi navenda qeyda penaberan ket.
Agir ji alyê rayedaran ve hat vemirandin û zerar li mirovan nebû.
Lê di encamê de gelek konteynerên ji bo hewandina zarokên bêxwedî şewitîn..
Gûman heye ku hin kes ev şewatê derxistîbin..
Di bûyera şewata hefteya borî ya li derdora kampê de jî, hin kes hatinbûn bincav kirin.