Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Kerkûkê baregehek leşkerî ya Heşdî Şeebî hate vekirin 24.10.2020

Li ser wesyeta Ebu Mehdî Mihendisî, Heşdî Şeebî li Kerkûkê baregehek leşkerî vekir.

Desteya Bakurî ya Heşdî Şeebî li nava balafirxaneya Kerkûkê, baregehek leşkerî ,bi navê Ebu Mehdî Muhendisî vekir.

Di merasîma vekirinê de taburek leşkerî ya Heşdî Şeebî a bi navê Ebu Mehdî Muhendisî dewreya xwe ya perwerdeyê temamkir û li Kerkûkê hate erkdar kirin.

Di derbarê vekirina baregeha leşkerî de, yek ji rêveberê peywendiyan yê tabura Bakurî ya Heşdî Şeebî Elî Huseynî ji Rojnews re axivî û got; “Beriya ku Ebu Mehdî Muhendis were kuştin, diyarkiriye ku divê baregehek leşkerî a taybet a Heşdî Şeebî ji bo Kerkûkê were vekirin. Li ser daxwaza wî îro jî ev baregeh hate vekirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv