Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Kerkûkê li dijî dagirkeriyê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat li darxistin 09.01.2021

 

‘DI NAVA ŞER Û AŞTIYÊ DE KURDISTAN’
LI KERKÛKÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ KONFERANSEK HAT LI DARXISTIN

Bi pêşengiya Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistan û Sekoyî Azadî li dijî dagirkeriya Kurdistanê konferansek hat li darxistin.

Konferans bi dirûşma ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ li Salona Rewşenbîrî ya Kerkûkê bi tevlîbûna 100 delegeyan destpê kir.

Bernameya konferansê ji 2 beşan pêk hat.

Di beşa yekem de li ser ‘Dagirkeriya li Başûr û bandora wê’ axaftin û nîqaş hatin kirin.

Endama Tevgera Azadî Komalgay Kurdistan Ronak Mecîd li ser dagirkeriya dewleta tirk ya li Başûrê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Di gotarê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo şikandina îradeya hêzên navxweyî kar dike.

Li ser heman mijarê Endamê Polîtborya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Selîm axaftinek kir û wiha got:

Dewleta Tirk hîn bi xewn û xeyala mîsaqî mîlî tevdigere. Bi vê boneyê axa Başûrê Kurdistanê dagir dike.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Hekîm Ebdulkerîm li ser mijara “Li şûna şerê navxweyî yekîtiya neteweyî” axivî û got;

Li dijî pergala desthilatdar û dagirker ji bo gelê kurd yekîtiya neteweyî ferz e. Yekane riya çareseriyê jiyana bi hev re ya gelan e”

Di beşa dûyam de jî nîqaş li ser ‘Dagirkeriya Tirk a li Rojavayê Kurdistanê, metirsiyên wê yên li ser Rojhilata Navîn û cîhanê’ hat kirin.

Li ser mijara ‘Ezmûna Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê Nûnera Bakur û Rojhilatê Sûriye ya Başûrê Kurdistan Nûrşen Hisên agahî hatin dayîn.

Li ser mijara ‘Metirsiya Tirkiye ya li ser Rojhilata Navîn û Cîhanê’ jî Hawjîn Mele Emîn axivî û fikarên xwe anîn ziman.

Beşa dawî ya konferansê de jî nîqaş li ser mijara ‘Di nava pêkhateyên Kerkûkê de bi hev re di nava aştiyê de jiyîn’ guftugo hatin kirin.

Li ser vê mijare jî Letîf Fateh Ferac semînerek da.

Piştî axaftin û semîneran wê encamnameya konferansê bê eşkerekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv