Xelkê Kobanê li dijî dagirkeriyê meşaiya û qîriya “Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye”
Bi slogana “Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye”Li Kobanê meşek girseyî hat lidarxistin.
Piştî meşê li qada azadî mitîngek pêk hat.
Di axaftinên hatin kirin de hat gotin: Ewê bi her awayî destkeftiyên xwe wê biparêzin.
Di çarçoveya pêngava “Bese ji Dagirkeriyê re, Dem Dema Parastina Şoreşê ye” li Kobanê meşek hat li darxistin.
Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê ji qada jina azad, heta qada aşitiyê meşiyan.
Berxwedana Cenga Heftanînê jî di meşê de hat silavkirin.
Meş li qada Aşitiyê veguherî mitîngê.
Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen di mitîngê de axivî.