LI KOLANÊN GEVERÊ DENGÊ MÛZÎKA KURDÎ
KOMA DENGDA BI STRANÊN KURDÎ KOLANÊN GEVERÊ DIXEMILÎNE
Wek gelek şaredariyên HDP’ê şaredariya Geverê jî ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye dagirkirin.
Bi dagirkrina şaredariyê re qeyûm xebatên çand û hunerê bi temamî dan rawestandin.
Li dijî vê yekê komek ciwanên Geverî berê hunera xwe dan kolan û kuçeyan.
Koma bi navê Dengda saz kirin û li kolanên Geverê stranên kurdî dibêjin.
Ji endamê komê Can Kûtlûk destnîşan kir ku ew bi stranên kurdî nahêlin zimanê wan dayikê were jibîrkirin.
Û bi vî awayî xwedî li çanda xwe derdikevin.
Can Kûtlûk da zanîn ku ew hêza xwe ji mirovên piştevaniyê didin wan digirin û dixwaze komeleya wan çand û hunerê ji nûve were vekirin.