LI KURDISTAN Û TIRKIYÊ QIRKIRINA SIYASÎ
HIKÛMETA TIRK KELA TÊKÇÛNÊN XWE BI SERÊ HDP’Ê DE DIRIJÎNE
Hikûmeta tirk îsal jî beriya 15’ê sibatê ji ber tirsa xwe ya ji çalakiyên gel êrişên qirrkirina siyasî pêk anîn.
Di êrişên îsal de hêrsa rejîma tirk a ji ber têkçûna li Garê û ezameta berxwedana gerîla jî rola xwe hebû.
Li 40 bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi kêmanî 700 kes hatin binçav kirin.
Piraniya wan endam û rêvebirên HDP’ê ne.
Siyasetmedarên hatine binçavkirin li qereqolêna tên ragirtin.
Li aliyê din Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Sûbaşi ku li Qersê 12’ê Sibatê di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin ji aliyê daraza rejîma tirk ve hate girtin.
YEKITIYA KEDKARÊN KOÇBER LI EWROPAYÊ AGEB:
DIVÊ EM HEMÛ LI BER ÊRIŞÊN LI SER HDP’Ê HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN
Yekitiya Kedkarên Koçber li Ewropayê AGEB’ê nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirina siyasî yên li ser HDP’ê da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dîktatoriya faşîst bi rengekî topyekûn êrişên xwe bênavber dewam dike.”
AGEB’ê xwest hêzên demokrasiyê hemû bi hev re li dijî şerê neheq û dagirkeriya li sê parçeyên Kurdistanê dengê xwe bilind bikin û wiha hat gotin:
Divê em li ber êrişên li ser HDP’ê rabin. Çavkaniya pirsgirêkan faşîzm e, lewma em bang li hêzên têkoşer hemûyan dikin ku nerazîbûnê nîşanî faşîzmê bidin û û em banga têkoşînê dikin.