Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Jîngeh

Li Kurdistanê barîna berfê bandorek neyinî li jiyanê dike

 

Wekî dihat payin, li Bakurê Kurdistanê barîna berfê zêde bû.

Li hin deverên Wan û herêma serhedê berfê zêdetirî 2 metreyan erd girt.

Li navenda Amed, Sêrt û Çewligê jî, ji ber berfê dibistan hatin girtin.

Bakurê Kurdistanê zivistaneke dijwar derbas dike.

Tevî bajar û navçeyên herêma Serhed û Botanê, îsal li bajar û navçeyên Bakur ên nêzî sînorê Tirkiyê jî, berf bariya.

Bi taybetî li Riha, Semsûr û beşeke mezin a Amedê ku zêde berf nedibarî îsal, pir zêde bariya û jiyana rojane zehmet kir.

Di serî de Wan, Colemerg, Amed, Sêrt, Çewlig li piraniya bajar û navçeyên Bakur dibistan hatin girtin.

Di heman demê de tevî riyên bi sedan gundan, bi taybetî li herêma Serhed û Botanê riya gelek navçeyan jî hatin girtin.

Wekî Bakur li Başûr û Rojava jî, îsal gelek berf dibare.

Li herêma Hecî Umran, Duhok, Soran, navçeyên Silêmanî û Hewlêrê û Mexmûrê û Şengalê jî berf dibare.

drews havuz
berf derik

Li Rojava jî, di serî de Dêrîk û Qamişlo, berfa zêde bandor li tevahiya herêma Cizîrê kir.

 

Ev jî hatin dîtin

Dewleta Tirk xweza û şûnewarên dîrokî wêran dike

Stêrk Tv

Tirkiyê hejamara kesên bi Virûna Korona ketine rast nade

Stêrk Tv

Li Îranê jî hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine, derket 34’an..

Stêrk Tv

Li erdheja Elbakê 9 kes jiyana xwe ji dest dan

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!