Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Licê eskerên dagirker bi êşkenceyê gundî binçav kirin 10.01.2021

 

LI LICÊ PIŞTÎ ŞER ÎŞKENCE
ESKERÊN DAGIRKER BI ÎŞKENCEYÊ GUNDÎ BINÇAV KIRIN

Piştî ku li navça Amed Licê tevgera dagirkeriyê hat destpêkirin, gundî bi îşkenceyê hatin binçavkirin.

9’ê çileyê li gundên Çinezur, Dêrxûst, Huseynîk û Mişrifê yên Licê tevgera dagirkeriyê hebû.

Di nava rojê de li qadên çiyayî şer qewimiye.

Di dîmenên ku nûçeciwan bi dest xistiye, eskerên dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê radike.

Li gorî saloxan di şer de bi kêmanî eskerek hatiye kuştin û 3 esker jî birîndar bûne.

Piştî şer eskeran bi ser gelek gundan de girtin û îşkenceyên giran li gundiyan kirine.

Li gundê Mişrifê, bi ser mala Mehmet Şah Bozkuş girtine.

Eskeran îşkence li Mehmetşah Bozkuş û hevjîna wî Azîze Bozkuş kirirne û ew birine qereqolê.

Welatiya bi navê Azîze Bozkuş hatiye berdan lê hevjînê wê Mehmetşah Bozkuş ku nexweşiya dil pê re heye, hê jî di bin çavan de ye.

Gelek kesan li ser hisabê xwe yê tweeterê jî bi Hashtaga #LicedeİşkenceVar nerazîbûn nîşan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv