LI LICÊ ÊŞKENCE Û GIRTIN
MEHMET ŞAH BOZKUŞ HATE GIRTIN
Hêzên tirk di êvara 9’ê Çilê de li bejahiya Licê derbeyek xwar.
Li gorî çavkaniyên Tirk herî kêm eskerek hate kuştin û 3 esker jî birîndar bûn.
Hêzên tirk piştî derbxwarinê avêtin ser gundê Mişrifiyê, Mehmet Şah Bozkuş ê nexweş û hevjîna wî Azîze Bozkuş bi êşkenceyê kirin binçavan.
Dadgerên mêtinger tevî nexweşiya giran li ser îfadeya îtîrafkarekî biryara girtina Mehmet Şah Bozkuş da û hevjîna wî berda.
LI KERBORAN Û QOSERÊ QIRKIRINA SIYASÎ
TEVÎ 2 KESÊN 74 Û 66 SALÎ, 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li aliyê din, hêzên tirk li navçeya Mêrdîn Kerboranê qirkirina siyasî pêk anî.
Eskerên li gundê Xelîla avêtin ser malan, Emîne Gevcan a 66 salî, kurê wê Hakîm Gevcan, Nezîz Duman û Fihriye Ercan a 74 salî kirin binçavan.
Polîsên tirk keça Emîne Gevcan Arjîn Gevcan a 24 salî jî, li Qoserê kire binçavan.