MEKSÎKA-BERMAHIYÊN DÎROKÎ
8 HEZAR PERÇEYÊN HESTIYÊN MAMÛTAN HATIN DÎTIN
Li paytexta Meksîkayê, Meksîko Sîtî di encama xebatên kolanê de 8 hezar perçeyên hestiyê Mamûtan hatin dîtin.
Arke-Ologên Meksîkî vedîtin weke yek ji xebatên herî girîng ên lêgerîna bermahiyên dîrokî binav dikin..
Li Nêzî balafirgeha Meksîko Sîtî , şûnwareke bermahiyên kevnar hat keşifkirin..
Û di encama xebatên kolanê de 8 hezar hesiyên Mamûtan hatin dîtin..
Li gorî daxuyaniya rayedaran di şûnwarê mijara gotinê de îskeleyên temam ên 2 mamûtan hene..
Tê gotin ev hestî ji serdama Pîlîstosîn a cemedê ango beriya 2 mîlyon û 500 hezar sal mane..
Zanyarê bermahiyên dîrokî yê Meksîkî Arasîlî Yanez Niyîto anî ziman ku di dîroka welatên Amerîkayê de cara pêşî ye hestiyên bi vî awayî têne dîtin.