LI GUNDEWARÊN MÊRDÎNÊ TACÎZA ESKERÊN DEWLETA TIRK
JI BER NERAZÎBÛNÊN GUNDÎYAN 21 CERDEVANAN ÎSTÎFA KIRIN
Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê, li dijî Kurdan hemû rê û rêbazê bikar tîne.
Ji bo vê jî, jin be jî, zarok be jî, hevkarê wan bi xwe be jî, bi kiryarên faşîzan re rû bi rû dimînin.
Buyerek bi vî awayî li gundekî cerdevanan rûda.
Leşkerên dewleta Tirk bi ser deweteke li gundê Mensûrî yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê de girtin.
Wêneyên jinan kişandin û ew tacîz kirin.
Şêniyên gund li hember derketin û 21 cerdevan çek danîn.
Buyer 18’ê Îlona 2020an li gundê Mensûrî yê herîma Metîna a Dêrika Çiyayê mazî derket holê.
Leşkerên dewleta Tirk, bi hinceta virûsa koronayê, bi ser deweteke li gund de girtin.
Derbasî devera jinan bûn, wêneyên wan kişandin û ew tacîz kirin.
Piştî bûyerê leşkeran, gund terke nekirin, heta derengiya şevê li gund man.
Li ser vê yekê di navbera şêniyên gund û leşkeran de alozî derket.
Heqaret li gundiyan kirin, bi çekan jin û zarokan derb kirin.
Gundiyan, berteka xwe domandin û bi dûrişma “îstifa” banga îstifayê li cerdevanên gund kir.
Piştî bûyerê jinan serî li dozgerîyê dan û 2 jê dildar 21 cerdevan îstifa kir.
Hat ragihandin; Qaymeqamê Dêrikê Hîcabî Aytemur û hin rayedarên Walîtiya Mêrdînê, xwestine ku cerdevanan ji biryara wan vegerînin, lê cerdevan ji biryara xwe venegeriyane.