Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Mêrsîn û Amedê jinan daxwaz kirin ku tecawizkar werin darizandin û girtin

 

Nerazbûnên jinan li dijî berdana kujerê Îpekê Mûsa Orhan didome.

Li mersîn û Kocaeliyê jinan bi çalakiyan xwestin eskerê tecawizkar Mûsa Orhan bê girtin.

Îro êvarî jî jin wê çalakiyan li darbixin.

Aktivîstên TJAyê li amed li cihê Remziye Yoldaş hate kuştin wê çalakî pêk bînin.

MECLÎSA JINAN A MÊRSÎNÊ
“TECAWIZKAR MÛSA ORHAN BIGRIN”

Jin ji bo eskerê tecawizkar Musa Orhan bê girtin çalakî li darxistin.

Meclîsa jinan a Mersînê li Qada aşitiyê ya Ozgecan Asaln daxuyanî dan.

Li ser navê jinan Fatma Menteş daxuyanî xwend, pirsa çima tecawzikarê li ser nerazîbûna raya giştî hat girtin we berda?, kir.

Menteş xwest demildest tecawizkar Mûsa Orhan bê girtin.

ÎNÎSIYATÎFA PEYMANA STENBOLÊ YA KOCAELÎ
“EM Ê DEST JI MAFÊ XWE BERNEDIN”

Înîsiyatîfa Peymana Stenbolê a Kocaeliyê jî bi formekê li ser girîngiya Peymana Stenbolê axivîn.

Jinan got, “ewê dest ji jiyan û mafê xwe bernedin.”

“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
JIN, ÊVARÎ LI AMED Û MERSÎNÊ WÊ ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN

Li Amedê Remziye Yoldaş ji aliyê mêrê ku ji zindanê reviyabû ve hatibû kuştin.

Tevgera jina Azad TJA, ber êvarî wê li taxa Seyran a ku Remziye lê hatiye kuştin daxuyaniyekê bide.

Platforma jinan a Mersînê jî êvarî wê bi daxuyaniyek daxwaza girtina eskerê tecawizkar bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv