Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Mêrsîn û Edenê kampaniya Em xwe diparêzin hate destpêkirin-22.09.2020

 

Kampanya “Em Xwe Diparêzin”

Li Mersîn û Edenê jî jinan beşdarbûna xwe ya pêngavê ragihandin.

Endama TJA a Denîzliyê diyar kir, ku wê kampanaya nasnameyên cuda jî bîne gel hev

LI MÊRSÎNÊ AKTIVÎSTÊN TJA’YÊ BEŞDARIYA LI KAMPANYAYÊ RAGIHANDIN

Tevgera Jinên Azad 15ê Îlonê kampanya “Em Xwe Diparêzin” dabû destpêkirin.

Aktivîstên jin heta niha li gelek bjarên nakurê Kurdistanê û Tirkiyê beşdarbûna xwe ya kampanyayê ragihandin e.

Li Mêrsînê jî jinan daxuyaniyek da û diyar kirin ku ew ê bi awayekî aktîf beşdar bibin..

Aktîvîsta TJA’ê Nûr Aytemûr daxuyanî xwend bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jinê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Nûr Aytemûr diyar kir ku ewê li hemberî êrişan paşde gav neavêjin û dijî feraseta dewlet û rejîma AKP û MHP’ê têbikoşin.

LI EDENÊ JÎ STARTA KAMPANYAYÊ HAT DAYÎN

Li Edenê jî aktivîstên TJAyê starta xebatên kampanya Em xwe di parêzin dan.

Aktivîsta TJA GUlistan Ozbey daxuyanî xwend û diyar kir, ku tevî hemû êrişên desthilatdariyê jî wan têkoşîna xwe domandiye û got,

Gelek desthilatdar li hember vê berxwedanê hilweşiyan. Çawa ku em ji Daişê netirsiyan, emê ji we jî netirsin.

Di daxuyaniyê de banga beşdarbûna Kampanayayê li jinan hemûyan hate kirin.

CEVAHÎR KAYAR: KAMPANYA WÊ NASNAMEYÊN CÛDA BÎNE GEL HEV

20ê Îlonê li Denîzliyê jî beşdarbûna kampanya “Em Xwe Diparêzin hatibû ragihandibûn.

Aktivîsta TJA Cewahîr Kayar derbarê xebatên xwe yên ku wê li Denzîliyê bidin meşandin axivî.

Cewahîr Kayar destnîşan kir ku Kampanya “Em Xwe diparêzin xîtabî hemû jinên li bajarên tirkiyê dijîn jî dike û got,

Me li taxan xebatên xwe da destpêkirin. Kampanya kelecanek mezin bi jinan re da çêkirin.

Aktivîsta TJAyê Cevahîr Kayar got,

Em hewl didin têkoşîna parastinê mezin bikin. Li Denîzliyê jinên xwedî nêrînên cuda yên siyasî tên gel hev
Ji Afganîstan û Somaliyê koç hene. Pisgirêka jinên koçber nayê zanîn. Jinên Ermenî û Elewî hene em dixwazin xwe bighînin van jinan.

Dema jinek rastî tecawizê tê em ziman, nasnameya wê lêpirsîn nakin. ji ber vê em dixazin jin bibin yek.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv