PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KOMA 16’AN ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DEWR GIRT
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi Pêşengiya Meclîsa Îştarê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo çalakiya greva birçîbûnê tê birêvebirin.
Çalakiyê 31 roj li pey xwe hişt.
Îro koma 16’an çalakî dewr girt.
Di dewrkirina çalakiyê de biryardariya ji bo dewamkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo careke din hat ragihandin.
Bang li tevahiya gelê Kurd hat kirin, ku li her deverê heta azadiya Rêber Apo bê navber di nava çalakiyan de be.