Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li navçeya Dêrika Mêrdînê dewleta tirk bi hinceta wê bendav were çêkirin hewl dide gundan vala bike 10.01.2021

 

DEDAŞ BÊ CEYRAN DIHÊLE, DEWLET VALA DIKE
BI HINCETA WÊ BENDAV WERE ÇÊKIRIN DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN

Mezrayên Qizila Xerabe û Herem ên gundê Qizilaşênê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, ji ber bendavên ku ji bo avdaniya çandiniyê bên çêkirin wê di bin avê de bimînin.

Ji ber bendava ku mijara gotinê ye di sala 2017’an de erd û malên nîştecihên her du mezrayan hatin îstîmlaqkirin.

Ji ber ku bihayên malên wan di navbera 20 hezar û 30 hezar TL hat diyarkirin, niştecihên her du mezrayan li dijî îstîmlaqkirinê derketin û serî li dadgehê dan.

Li gel ku pêvajoya hiqûqî hê bi dawî nebûye jî komên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) di 25’ê kanûna 2020’an de bi eskerên çûn her du mezrayan û trafoyên wan ji hev xistin û ceyrana wan qut kirin.

Komên Dedaş’ê trafoyên ku ji hev xistin bi xwe re birin. Her wiha eskeran jî ji niştecihên ku li dijî vê pêkanînê derketin xwest ku malên xwe terk bikin.

Ji ber ku pêvajoya hiqûqî hê bi dawî nebûye nêzî 300 niştecihên mezrayan malên xwe terk nekirine û 25 roj in bê ceyran in.

Ji niştecihan Oral Dîdî, diyar kir ku ne diyar e kîngê bendav temam bibe û bi demsala zivistanê re xebatên lêkirina bendavê rawestiya ne û wiha got:

“Vê zivistanê trafoyan ji hev xistin û birin. Dixwazin em ji gund derkevin. Cihekî ku em pêde herin nîne. Lê bi zextan dixwazin me ji gund derxin.”

Alî Dîdîn jî da zanîn ku dixwazin wan ji axa wan qut bikin û ev tişt got:

“Bi pereyê ku ji erd û malên me re diyar kirine emê nikaribin bijîn. Evder erdê me ye û em naxwazin bi vî rengî ji axa xwe qut bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv