LI AMEDÊ ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
LI NAVEND Û GUNDÊN LICÊ BI KÊMANÎ 35 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Tevgera dagirkeriyê ya eskerî ku di 9’ê çileyê de li gundên Cinezur, Dêrxust, Hiseynik û Mişrefê yên navça Amed Licê hatibû destpêkirin, didome.
Li gorî agahiyan heman rojê di navbera eskerên dagirker û gerîlayan de şer qewimîbû.
Di encamê de eskerek hatibû kuştin û 3 esker jî birîndar bûbûn.
Piştî şer eskeran li gundên herêmê bi ser malan de girtibûn û 8 kesan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” binçav kiribûn û piştre jî ew hatibûn girtin.
Eskerên ku li herêmê îro serê sibehê li navend û gundên Dêrxust, Xezmaz û Sîsê bi ser gelek malan de girtin.
Dema serdegirtinê gund bi maşîneyên zirxî hatin dorpêçkirin û amûrên li malan ji hev belav kirin.
Hat hînbûn ku di serdegirtinan de herî kêm 35 kes hatine binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Licê.