Çeteyan Boko Haramê, li gundekî Nîjeryayê pêncşema borî qetliameke mezin pêk anîbûns.
Li gor rapora Koordînatorê Karê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî, hejmara kuştiyan gihişt 110’î.
Koordînatorê Karê Mirovî yê Nîjeryayê yê Neteweyên Yekbûyî Edward Kellen diyar kir, li ser gundek li bakûrê-rojhilata Nîjeryayê êrîşeke çekdarî pêkhatiye.
Kellen çeteyên Boko Haram berpirsyar girt û got herî kêm 110 sîvîl hatine kuştin.
Li gor raporê, kesên çekdar bi motorsikletê ketine gundê Koşobayê û bi çekên otomatîk gule li gundiyan reşandine.
Herwiha 6 kes bi birîndarî ji kuştinê filitîn û aqûbeta heşt jinan ji nayê zanîn.
Li gor Koordînatorê Karê Mirovî yê Neteweyên Yekbuyî, ev êrişa herî giran a Boko Harama îsal e.
Ev êrîş di dema hilbijartinên eyaleta Bornoyê de pêkhat.
Serokdewletê Nîjeryayê Muhamad Buharî kiryarên çeteyan nalet kir û got:
“Tevahiya welatê me bi kuştinên bêmane tê birîndar kirin.”
Di deh salên dawî de ji ber êrîşên Boko Haramê, herî kêm 36 hezar sivîl jiyana xwe ji dest dane.