ŞAREDARIYÊN DAGIRKIRÎ TI XIZMETÊ JI GEL RE NAKIN
LI NISÊBÎNÊ BORIYÊN AVÊ YÊN TEQIYAYÎ WELATÎ BÊZAR KIRINE
Ev der navçeya Mêrdînê Nisêbînê, taxa 25 Mayisê ye.
Ev demeke dirêje boriyên avê teqiyane.
Tevî gilî û bangan jî şaredariya ji aliyê qeyûm ve dagirkirî xwe ker, kor û lal kiriye.
Jinên taxê ji ber vê rewşê nerazî ne û giliyê şaredariyê dikin.
Perîxan Altug yek ji wan kesan e, ku av diçe ser xaniyê wê.
Jina bi navê Salîhe Demîr jî dibêje, ava boriya ku teqiya ye hemû tê bin xaniyên me.
Jinên taxê dibêjin, bi şev av zêdetir tê û bin xaniyên me tije dibe.
Ji her tiştî wêdetir, gunehe ewqas av vala bi erdê ve diçe.