Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Analîz Nûçeyên Dawî Siyasî

Li perçekirina ciwanên Kurd temaşe dikin

 

LI PERÇEKIRINA CIWANÊN KURD TEMAŞE KIRIN

Gulîstan Çiya Îke / Analîz

Dewleta Tirk neyarê Kurdan e. Ew dixwaze ku Qendîlê û hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji boTevgera Azadiyê tine bike jixwe bê navber êriş dike. Jixwe dewleta Tirk li ku derê dibe bila bibe êrişî destkeftiyên Kurdan dike. Dewleta Tirk bi zext û zilma xwe neyartiya bi Kurdan re her roj nîşan dide.

Li gel van rastiyan nayê pejirandin ku PDK xizmetê ji dewleteke neyarê Kurdan e, bike. Nabe ku ew bibe parçeyekî êrişên tasfiyekirina têkoşîna azadiya Kurdistanê. Di demekî de ku balafirên şer ên Tirk her roj bombe bi ser Qendîlê de dibarînin, nabe ku PDK jî vê êrişê bi dorpêça ji bejahiyê ve destek bike. Ev yek eyan û beyan neyartiya li hemberî Tevgera Azadiyê û gerîlayên Kurdistanê ye.

Yekeyeke gerîla a ji sê kesan pêk tê, diçin cem PDK’yên ku li Wertê bi cih bûne. Ji PDK’yan re dibêjin hatina we ya ji bo vir ne durist e, vegerin cihê xwe yê berê. Gerîla naxwaze ku rageşî û tansiyon bilind bibe. Lê PDK li cihê ku bi dilgermî vê hewldanê pêşwazî bike bi neyartî bersivê dide.

Bi dayîna koordînatan dike ku balafirên şer ên Tirk gerîlayan bombe bike. 3 canbexşên Kurdistanê ku her yek ji beşeke din a welat bû, bi vî awayî şehîd dibin. Kesên ku koordînatan didin jî weke ku li fîlmekî temaşe bikin li bombebaranê temaşe dikin. Ew Kurdayetiyeke çawa ye, ew çawa biratî ye?

Têkiliyên PDK-Tirkiyê zirarê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, zirarê dide gelê kurd ê li hemû beşên Kurdistanê. Tê zanîn ku gelek êrişên li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê bi hevkariya Parastinê têkirin. Niha vê têkiliyê ber bi êrişeke eşkere û neyartiyeke eşkere ya li dijî gerîla dibin; ev yek tê wateya bi dewleta tirk re şerê PKK’ê wê bikin.

Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê wê hemû gelê Kurd, tevî rewşenbîr, hunermend, bawermed û Kurdên xwedî wijdan vê yekê qebûl nekin.

Bahaneya PDK’ê ya derbarê vîrusê de di esasê xwe de bi tenê weke rûpoşekê ye û bi vê dixwaze ser bêyomiya xwe û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re binixumîne. Derbarê vîrusê de jî parastina herî mezin gerîla dike. Li ser vî bingehî bi bahaneya vîrusê dorpêçkirina qadên gerîla, zêdekirina rageşiyê û derxistina ihtîmaleke şerî divê neyê qebûlkirin.

Serokê herêma federal Mesrur Barzanî îşaret bi PKK’ê dike û dibêje; em ê li pêşiya plana xwe ti hêzeke ku meşrû nîn e qebûl nekin. Di esasê xwe de ev gotin lixwemikurhatine ku ew li dijî gerîla harekateke hevpar dikin.

PDK’a ku vê gotinê ji bo hêzek azadiya Kurdistanê dibêje, li dijî dewleta Tirk a ku bi qasî 20 baregehên xwe û bi sazûmaniya MÎT’a tirk a li her deverê Başûr e, heta Başûr dagir kiriye, ti helwestê nîşan nade. Ev nêzîkatiya PDK’ê jî eşkere dike ti eleqeya hêzbicihkirina li Wertê û vîrusê bi hev re tine ye.

Divê ku PDK daxwaze gelê Kurd û raya giştî li ber çavan bigre û berî rewşa şer û pevçûnê, hêzên xwe yên eskerî ji wê deverê bikşîne. Di serî de wê gelê Başûr, hemû Kurd wê zirarê bibînin. Divê tavilê dawî li vê gava ku neyarên Kurdan kêfxweş dike, bîne.

Ev jî hatin dîtin

Sendîkayên Birîtanyayê ji bo azadiya Rêber APO dicivin

Stêrk Tv

Li Cenga Heftanînê 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Stêrk Tv

Duran Kalkan: JI ber kuştina Olof Palma Ewropa deriyên xwe li Rêber APO girt

Stêrk Tv

Tevgera Jinên Têkoşer hat damezrandin

Stêrk Tv

Ev hefteyeke agahî li ser jina têkoşer a girtî Zeyneb Celaliyan nayê girtin

Stêrk Tv

Michael Rubin: Pênasiya Terorîst hîn bêtir li Tikriyê tê

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!