Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li qada navneteweyi reşenbîr azadiya Rêber Apo dixwazin 20.02.2021

 

JI QADA NAVNETEWÎ REWŞENBÎR AZADIYA RÊBER APO DIXWAZIN
‘PROJEYA “NETEWA DEMOKRATÎK” DIKARE PIRSGIRÊKÊN HEREMÊ ÇARESER BIKE’

Cûdahiyên di navbera netew û pêkhateyan de wê di şûna nakokiyan de veguhere dewlemendiyekê.

Bi teorî û pêşniyazên Rêberê dîlgirtî Abdullah Ocalan wê aloziyên herî mezin ên herêmê ku bi sedan salane berdewam dikin, bên çareserkirin.

Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Behadîn Şehban bi nivîseke xwe bal kişand ser tecrîda li Imraliyê û rejîma Erdogan weke parazvanê mantaliteya zordariya Tirkiyê pênase kir.

Qismek nivîsê wiha ye:

“Çawa ku bav û bapîrên wan li dijî Ermeniyan komkujî pêk anîn, desthilatdariya Erdogan jî heman rêbazan li dijî Kurdên Tirkiye, Sûriye û Iraqê dide meşandin. Êrîşên wî yên dijminane li dijî axa Ereban jî li gelek deveran berdewam in. Dixwaze xewna xwe ya Osmaniya berfireh ji nû ve pêk bîne.

Lê çareseriya ku Abdullah Ocalan bi riya teorî, fikir û nivîsên xwe yên siyasî pêşkêş dike, dibe ku bibe destpêka çareserkirina doza Kurdî.

Netewdewlet têgeheke dîrokî ya kevin e û ber bi tunebûnê ve diçe. Li şûna wê divê “Netewa Demokratîk” were avakirin.
cûdahiyên di navbera netew û pêkhateyan de wê di şûna naoiyan de veguhere dewlemendiyekê.

Bi teorî û pêşniyazên Rêberê dîlgirtî Abdullah Ocalan wê aloziyên herî mezin ên herêmê ku bi sedan salane berdewam dikin, bûn çareserkirin.

ROJNAMEGERA LUBNANÎ KRÎSTIYAN WAKÎD:
‘FIKRÊN SEROK OCALAN YÊN DERBARÊ JINÊ DE JI HEMÛ FÎLOZOFAN CUDATIR E’

Rojnamegera Lubnanî Krîstiyan Wakîd jî diyar kir ku fikrên Ocalan yên li ser mijara jinê, bandoreke mezin li jinan kiriye û ev bank kir; “Divê hemû rojnameger mijara tecrîda girankirî bişopînin û ji bo rewşa heyî bi dawî bibe, zextê li civaka navnetewî bikin.”

Rojnameger û şîrovekara siyasî ya Lubnanî Krîstiyan Wakîd di kanala Aryen Tv de wiha axivî:

Serok Ocalan derbarê azadiya jinê de xwedî fikrên cûdaye. Ji hemû fîlozofan cudatir difireke. Herwiha derbarê çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata navîn de jî xwedî fikrên cûdaye.”

AKTIVISTA ALMAN LIV THIELE:
‘FIKRÊN OCALAN DIKARIN DI QADA NAVNETEWÎ DE RÊYEKE NÛ VEKIN’

Aktivista Alman Liv Thiele jî bang li hemû jinan kir ku “her deqe ji bo azadiya Ocalan têbikoşin”

Aktivista mafên jinan Liv Thiele Ocalan weke “Filozof” pênase kir û behsa bandora fikrê wî yê derheqê azadiya jinan de kir.

Thiele wiha behsa vê bandorê dike:
‘Min pêşî Pitûka Sanike Cansiz xwend têde cîroka gelek jinan cîh digire. Lê piştre min firq kir ku di pişt van lehengiyan de felsefeya Ocalan heye. Bi vî awayî min xwe gihan cewherê vê felsefeyê. Fikrên Ocalan sînoran nas nakin, ez di wê baweriyê de me ku wê karibe di qada navnetewî ji gelek aliyan ve rêyeke nû veke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv