LI QAMIŞLOYÊ PROVOKASYONA ‘DÎFAA WETENÎ’
MILÎSÊN DÎFAA WETENÎ ÊRIŞÎ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN KIRIN
Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez kir ku wê destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.
Di daxuyaniyê de, der barê êrişê de û helwesta Hêzên Ewlekariya Hundurîn de ev ahagî hat dayîn;
23`yê Çileyê êvarê, Dîfaa Wetenî yên girêdayî hikumeta şamê êrişî nuqteyeke kontrolê ya hêzên me li taxa Helko ya Qamişlo kirin.
Ji ber êrişê navbera hêzên me û mîlîsên Dîfaa Wetenî de şer derket.
Me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da û nuqteyên xwe parastin.
Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em piştrast dikin ku kiryarên bi vê rengî, têkbirina îstiqrara herêmê armanc dikin.
Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em destkeftiyên bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.