Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê jin di nava liv û tevgerê de ne 19.11.2020

 

ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ
LI ROJAVA Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JIN DI NAVA LIV Û TEVGERÊ DE NE

Jinên li Qamişlo, Amûdê, Reqa û Silêmaniyê jî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan çalakiyên cûr bi cûr lidar xistin.

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê çalakiyên jinan berdewam dikin.

Li Helebê jinan bi boneya 25’ê Mijdarê li taxa Şexmeqsûd şevberkek lidarxistin.

Di şevbêrkê de jinan helbest xwendin û stran gotin.

Endamên rêxistina Kongra Star, li bajarê Helebê belavok belavkirin, li ser dîwran wêneyên jinan xêzkirin û pankart daleqandin.

Bi heman armancê li Amûdê jî jin li dijî kuştina jinan meşeke girseyî lidar xistin.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Bajaroka Çaxir Bazaran destpêkir û li qada bajarokê veguherî mîtîngê.

Meclîsa Jinên Sûriyê li Parka Xwendinê ya Taxa Xerbî ya Qamişlo semînerek lidar xist.

Ji Koodînasyona Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat di semînerê de axivî û tûndiya ku li ser jinê tê meşandin destnîşan kir.

Bi heman armancê xebatkarên şaredariyên kantonên Efrîn û Şehbayê jî, li pêşiya Desteya Şaredariyan a li gundê Til Sosin daxiyanî dan.

Di daxuyaniyê de hewldanên dewletên kapîtalîst ên şikandina vîna jinên azad û tunekirina dîroka wan bi rêbazên sîstematîk, hatin redkirin.

Bi heman armancê endamên desteya Şaredariya Gel ya Herêma Efrînê û kongra Stara jî li Şehbayê daxuyanî dan.

Li kampa Waşokanî ku şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî lê dimînin jî semînerek hat dayîn.

Li Silêmaniyê jî jinên ciwan li kolanan wêneyên pêşengên jin ên ku li her çar beşên Kurdistanê, ji aliyê dewleta Tirk û hişmendiya mêr ve hatine qetilkirin xêz kirin.

Jinan ev çalakiya xwe jî diyarî tevahî jinên hatine kuştin dikin.

Rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê bi navê “Yekrêziya jinan” kampayayek ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, çalakî wê heya 1’ê Kanûnê dewam bike.

Di çarçoveya kampanyayê de wê li peymangeh, dibistanên navîn û seretayî û zanîngehan semîner werin dayîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv