Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê salvegera 42. a PKK’ê bi girseyi hat pîrozkirin 28.11.2020

 

43 SALIYA PKK’Ê
LI ROJAVA Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI GIRSEYÎ HAT PÎROZKIRIN

Salvegera damezrandina PKK’ê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê bi coş hat pîrozkirin..

Ji heft heta heftê salî bi hezaran şêniyên Wargehê beşdarî pîrozbahiyê bûn..

Hevseroka meclîsa gel a Mexmûrê Pakîstan Bîlen di pîrozbahiyê de axivî û cejn rêber Apo û şervanên azadiyê pîroz kir.

Piştî axaftin û peyaman komên muzîkê hunermend Berbang Agirî derketin ser dike û hûnera xwe pêşkeş kirin.

Di saetên şevê de jî ciwanên wargehê agir pêxistin û bi gerandina govendê salvegera PKK’ê pîroz kirin.

Ciwanên Silêmaniyê li deverên cûda jî damezrandinê ya PKK’ê bi şahiyan pîroz kirin.

Pirozbahiyek jî li Binarê Qendîlê pêk hat.

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî hebûn..

Pîrozbahiya li Dêrikê ji aliyê meclisa malbatên şehîdan ve hat organîzekirin.

Ev der jî navçeya Çelebiyê ya Kantona Kobanê’ye..

Bi sedan şêniyên navçeyê li hev kom bûn û bi şahîyekê salvegera partiya xwe pîroz kirin.

Li Reqayê jî cejna vejînê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Şêniyan agir pêxistin û li ber lê govend gerandin.

Li Tirbespiyê û Til Temirê jî şahî hatin li darxistin..

Beşdaran damezrandina PKK’ê weke çirûska vejîna Kurdê azad binav kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv