“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
Kuştin û xwe kuştinên di demên dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê de bûne cihê metirisyê.
Yek ji rêvebera rêxistina Sara a Suzan Hûsên jî dibêje: Pêwîste ji bo jin û mêran navendên şêwermendiyê bên vekirin.
Ji destpêkaa sala 2020’an heya niha tenê li Kobanê 8 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Rêxistina Kongra Star û Sara ji bo rawestana tundiyê di 19’ê Tebaxê de li Bakur û Rojhilatê Surî dest bi pêngavekî kirin.
Xebatên di çarçoveya pêngavê de hatiye dest pêkirin dewam dike.
Nûçegihanên me Hêvîn Ehmed û Kendal Salih sedemên zêdebûna kuştinên jinan ji welatiyên bajarê Qamişloyê pirsiyan.
Welatiyên Qamişloyê diyar dikin ku jin dibin navê kevneşopiyan civakî de tên qetil kirin û gotin namûs tenê ne meseleya jinê ye.
Her wiha yek ji rêvebera rêxistina Sara a Suzan Hûsên anî ziman li kêleka kuştinên jinan, xwekuştin jî zêde bûye û got: heya niha 15 bûyerên xwekuştinê çûne ber destên wan.
Li dijî bûyerê xwekuştinê Suzan Hûsên dibêje ji bo jin û mêran divê navendên şêwermendiyê bên vekirin.