HEWLDANA FERMANEKE NÛ LI SER ŞENGALÊ
LI ROJAVAYÊ KURDISTAN Û EWRUPAYÊ PEYMANA PDK, BEXDA Û DEWLETA TIRK HAT ŞERMEZARKIRIN
Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî lihevkirina PDK, Bexda û dewleta tirk a li ser Şengalê meşiyan.
Girseya gel li Qada Jina Azad a li bajêr kom bû û ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiya.
Çalakger lihevkirina PDK’ê û Bexda, û veguhastina hêzên çekdarî ji bo Şengalê şermezarkirin.
Piştî meşê li ser navê Meclisa Kantona Kobanê Barîn Kobanê axivî û got:
Her bihostek xaka Şengalê, bi xwîna Egîdan, bi xwîna zarokên leheng û gerîlayên azadiyê hatiye avdan.
Şêniyên navçeya Til Birakê jî bi meşekê girseyî peymana li ser Şengalê protesto kirin.
Meş li ber Çerxerêya Firinê dest pê kir û heya Çerxerêya Şehîdan dewam kir.
Li Ewrupayê jî Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî veguhastina hêzên çekdarî û dorgirtina Şengalê çalaki lidar xistin.
Ciwanan li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê çalakiyeke bêdengiyê lidar xistin û lihevkirina PDK û rêveberiya Bexdayê şermezar kirin.
Ciwanan li paytext Avusturya Viyanê jî bi heman armancê çalakî kirin.