ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ MAMOSTEYEK HAT BINÇAVKIRIN
Ji 8’ê Çileya 2021’an ve dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî çalakvan, aktivîst, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla binçavkirinê kiriye.
Ji wê demê ve ye bi dehan kes hatine binçavkirin.
Ev zext û pêla êrişan jî dewam dikin.
Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê mamostayê zimanê Kurdî û serokê Peymangeha Rewşenbîrî û Perwerde Mistefa Îlxanîzade, li Bokanê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye binçavkirin.
Li gorî heman çavkaniyê piştî ku mamosta Mistefa hatiye binçavkirin, hêzên Îranê hemû kel û pelên mamosta Mistefa bi xwe re birine.
Nayê zanîn bê ka mamosta Mistefa ber bi ku ve birine.