ÎRAN Û ROJHILATÊ KURISTANÊ HER DIÇE GEL HEJARTIR DIBIN
LI ŞÛNA AVAKIRINA KARGEHAN, DEWLET QEREQOLAN ÇÊDIKE
Li Rojhilatê Kurdistanê dewlemendiyên binê-erdê û ser-erdê bêhed û bêhesab in.
Petrol û gaza xwezayî a li vî welatî têra xwedîkirina bi sed milyonan kesî dike.
Bo nimûne, Îran bi 18 trîlyon metrekup rezerva gaza xwezayî, li seranserî cîhanê welatê herî zengîn ê gazê ye.
Ji 9,3yê tevahiya rezervên petrolê jî li Îranê ne, û ango Îran di warê dewlemendiya petroê de welatê çaremîn ê cîhanê ye.
Lê ji ber polîtîkaya dewleta Îranê krîzeke mezin a aborî heye.
Ev krîza aborî herî zêde bandorê li hejaran dike.
Gel nikare nan bibe mala xwe.
Di van salên dawî de fabriqeyên li bajaran yek bi yek hatine girtin.
Li welêt hilberîn, çandinî, daketine asta herî kêma dîroka vî welatî.
Li gorî qeydên fermî ji sedî 70’ê welatiyan bêkar in.
Ji bo xelkên vî welatî zikê xwe têr bikin, neçar dimînin rêyên mirinê didin ber xwe.
Bo nimûne, kolberî…
Roj nîne ku em nûçeyên li ser mirin an jî kuştina kolberekî nabihîzin.
Îro tenê li Rojhilatê Kurdistanê bi qasî sed hezar kes ji bo debara mala xwe tîcareta ser sînor dikin.
Di nava wan de pir zarok jî hene.
Li hemberî vê rewşê tu projeyeke dewleta Îranê tune.
Li şûna ku derfetên kar ji bo gel ava bike, lez daye çêkirin û kirîna çekan, avakirina qereqol û baregehên nû yên leşkerî.
Dewlet bi van polîtîkayan xwe dixwaze gel muhtacî xwe bike.
Yek ji projeya din a dewletê jî ev e ku li ser navê xweparastinê rêxistinbûna leşkerî zêde bike.
Lê gelê Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî çandeke berxwedêr e, li ber van polîtîkayan serî natewîne.
Gel li dijî hemû astengiyan, ne li gorî siyaseta dewletê bi gezek nan bê jî jiyana bi rûmet diparêze.