Li Şehbayê bi hezaran kesî komloya navnetewî a 9’ê Cotmehê a li dijî rêber Abdulah Ocalan pêk hat bi meşekê şermezar kirin.
Di meşê de hat diyarkirin ku dem dema azadiyê ye.
Mamosteyên jin ên wargeha penaberan ya Mexmûrê jî bi daxuyaiyekî komplo şermezarkirin
LI ŞEHBAYÊ BI PÊŞENGIYA JINAN HAT ŞERMEZARKIRIN
Ev der navçeya Şehba Til Rifa te.
Bi hezaran kes bi pêşengiya Kongra Star komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
Hezaran kesên ku ji ber Meclîsa Til Rifatê kom bûn, ber bi xaçerêya navenda navçeyê ve meşiyan.
Meşvanan dilsoziya xwe ya bi rêber Abdullah Ocalan re bi sloganan anîn ziman.
Piştî meşê endama Koordînasyona Kongra Star Wehîde Henan xîtabî girseya gel kir;
Wehîd Henan banga têkoşînê li hemû pêkhatiyên herêmê kir.
MAMOSTEYÊN JIN ÊN WARGEHA MEXMÛRÊ DAXUYANÎ DAN
Li wargeha şehîd Rustem Cudî jî mamosteyên Jin bi daxuyaniyekê komplo şermezarkirin.