Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Şengal û Ewrupayê li dijî Tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan rêze çalakî pêk hatin

 

 

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalano li Şengal, Parîs, Marsîlya û Viyanayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya jin û ciwanan pêk hatin.

Xelkê Şengalê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kir.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî pêk hat.

Ji navenda Şengalê meşê dest pê kir û heta qada Yermûkê dewam kir.

Piştî meşê jî daxuyaniyek hat dayîn.

Li paytexta Fransa Parîsê jî ciwanên şoreşger ji bo azadiya Rêber Apo çalakî kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN li îstasyona Vîllîer le Bel kom bûn û heta navenda bajêr meşiyan.

Li bajarê Marsîlyayê jî aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakî pêk anîn.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî aktivîstên TEKO-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîdkirina Rêber Apo bi çalakiyekê şermezar kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv