Li Şengalê bi merasîmeke dest bi vekirina goreke komî ya jinên Êzidî ku di êrişa 3’yê Tebaxa 2014 ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibûn qetil kirin, hat kirin. Di merasîmê de nûnerên sazî û rêxistinan ên navnetewî û yên Îraqê beşdar bûn. Di nav gora komî ya dest bi vekirina wê hatî kirin li gorî agahiyan 75 kes hene û tevahiya wan jinên Êzidî ne ku xelkê gundê Koço ne.